Videos
فيديو
فيديو
♦ BARAN _ Kurdish Song
♦ Produced - Music & Arranged : ARI JAN
♦ Singing : Nirmeen Shawki
♦ Lyrics : Can Hisen
♦ Recording : Hisham Bondokji
♦ Mixing & Mastering : Diab Mekari
♦ Art Director : Laith Abbas
♦ Stylist : Raya Ktish
♦ Social Media : Youssef Naman
♦ Director : Nadi Ajjan
#arijan #Baran #nirmeen_Shawki
Lyrics:
Baran
Awirên min man li derî
Kengî bê der keçka perî
Gulî rengê kezî zerî
Nar , nar nar narînê
Min jî divê te bibînim
Ji te dûr ez pir xemgîn im
Ya dilê xwe ji ter derînim
Yar , yaro rona jînê
Gula jînî tim vejînî
Vîna te ji bîna zînî
Find û rind û nazenînî
Yar , yar xemrevînê
Evîn î zor û zehmet e
Jîna bi hêz û himete
Di vê rêkê ez û te
Yar , yaro navê vînê
Yarê yarê yarê yara min…
Yarê yarê yarê yara min…
Warê min bê te l' min sar e
Tîpên te li bîra 'm dibare
Beste ma me vê zistanê
Baran barî li kolanê
Ber baya vîna te yarê
Rû gurnijinim çinarê
Dikim sema lê pinarê
Yar , yar di vê şevînê
Warê min bê te l' min sar e
Tîpên te li bîra 'm dibare
Dil dûr te b' kul jar e
Yar , yar dikim nalînê
Ber baya vîna te yarê
Rû gurnijinim cinarê
Dikim sema lê pinarê
Yar , yar di vê şevînê
Beste ma me vê zistanê
Baran barî li kolanê
W 'li hêviya te lê heyranê
Yar , yar yar zêrînê
Wêna te tim ber awira
L' dor min bûyî wek sawêra
Were şeva mi' bike çira
yar , yar vê hêlînê
Warê min bê te l' min sar e
Tîpên te li bîra 'm dibare
Dil dûr te b' kul jar e
Yar , yar dikim nalînê