Admin
on 21. May 2023 35 views

Gava ez diçûm
Niviştek çêkirîbû
Diya min ji bo min
Sê nanê firnê qewl krîbû
Ji bo ku bayê li ezmanan li min nexista

Lêvilkên wê diricifîn
Çavikên wê diperpitîn
Ku ez vegeriyama
Wê sê rojan rojî bigirta
Di ber riya xwedê de

Wê sê nanê firnê belav bikira
Di ber riya şêx û ûcaxan de
Wê şîrê şêr ji min re bianîya
Di şîvê êvaran de

Wê gulîsorek por hinekirî bixwesta
Li gora dilê xwe
Ez bizewicandima

Ne sê nanê firnê belav kir diya min
Ne sê rojan rojî girt
Ne golîsorek por hinekirî xwest li gora dilê xwe

Û ne jî şîrê şêr anî di şîvê êvaren de
Venegeriyam
Li wir mam

Hêvîyên wê di dil de
Bûn kulmek cîncoq
Şikestin û man

Porkura diya min
Li ber malê
Hîn li hêvîya min e
Hîn

Wê li wir por spî kir
Min li vir jîn spî kir

Helbest: Rênas Jiyan
Dengdan: Azad Penaber

Muzîk: @pianostran

Categories: Video
Be the first person to like this.
Page generated in 0.1092 seconds with 16 queries and GZIP enabled on 185.193.17.77.